Avash Hannan yazdı: Efrîn li ber xwe dide …

Dewleta Tirk ti carî ji bo birayetîya gelê Kurd neketîye nav liv û tevgerê, her wext ji bo perçekirin û bê îradekirina Kurdan xebtîye .

Avash Hannan  yazdı: Efrîn li ber xwe dide …
Dewleta Tirk ti carî ji bo birayetîya gelê Kurd neketîye nav liv û tevgerê, her wext ji bo perçekirin û bê îradekirina Kurdan xebtîye .

Operasyona  dewleta Tirk ya faşîst û mitinger li ser herêma Efrinê, di roja pêncan de bê rewastandin berdewam dike.

Di rastîyê xwe de şerekî giran li herêma Efrîn  diqewime , ne wekî opersyoneke asayî dimeşe û ne wekî dewleta Tirk bahis dike ku ew dixwazin sînorên xwe ji terorîstan bi parêzin , lê belê şereke gelek giran ji bo  dagirkirina Efrîn û Rojavayê Kurdistanê  bi rêvediçe.

Dewleta Tirk ya zalim bi  hemî  îmkan û hûnerin xwe ya leşegerî di ser xelkê sîvîl de seferber kiriye ,çendin balafir tang û topên wê heyî pê  xelkê herêmê bombe baran dike .

Li hember hovîtîya dewleta Tirk û çeteyên artişa azad xelkê herêma Efrînê berxwedanîyeke mezin û bi rûmet nîşan dide heyanî niha gelek şehîdên sivîl û leşgerî  çêbûna û hijmareke mezin  ji birîndaran  di nav de jin ,zarok û kal jî hene  , lê  ti kesek ji hewlatîyên herêmê ji mal û gûndê xwe derneketine û parastina axa xwe weke erkeke pîroz dibîne .

 Armanca dewlata Tirk  ji vê Êeîşê çîye?

Operasyona dewleta Tirkyê li ser herêma Efrînê tenê  bi herêma Efrînêre sînordar nîne ew dixweze destkeftinin Kurdistana rojava têk bibe, mesele ne girtina quridora terorê ye , armanc ji operasyonê fetsandina  qurîdora Kurd li hemu beşên Kurdistanê ye , fubîya Kurd hîştîye serokê Tirkîyê hemu Kurdan terorîst bibine .

Demek dirêje Recep Tayîp Erdogan tinê  ser zimên  û dibêje" em nihêlên dewleteke  Kurdî li rojava çêbibe û emê hemî derfetin xwe seferber bikin ji bo ku ev xewinê Kurdan pêk neye ."  

Gava mirov li helwest û axaftinin serok komarê Tirkîyê û hevkarî wî yê faşîst Dewlet Baxçelî  dinêre  dibîne çiqas bi kîn û dijmintîyeke mezin  li hember gelê Kurd tevdigerin.

Dewleta Tirk ti carî ji bo birayetîya gelê Kurd neketîye nav liv û tevgerê, her wext ji bo perçekirin û bê îradekirina  Kurdan xebtîye .

Di demeke gelek nîzîk de helwestên wan li hember Başurê Kurdistanê jî me dîd , gava serokê herêma Kurdistanê  Mesut Berzanî biryara referenduma serxwebûna Kurdistanê da qîyamet rabû û çi ji dest wan hat astengî derxistin ,  ji bo Kurd li Başurê Kurdistanê bi encamê serkrftina referendumê kêf xweş nebe ,di pîlana dagirkirina Kerkukê de roleke li ber çav li hîstin. Peyveke me Kurdan heye dibêje"dijminê dijmênê te dustê mine"

Dewleta Tirk careke din ji ber dijmantîya Kurdan bi

dijminên xwera bibu heval û  hevkarîya Îraqê û Îranê kir ji bo tirajedîya Kerkukê bê jîyan kirin .

Li bakurê Kurdistanê bi navê rewşa awrete hilmeta bê îradekirina gelê Kurd berdewame , derbê 12 ê Îlonê li ber derbeyin Erdogan ne tişteke , operasyonên girtin û qîrkirinên sîyasî di asteke bilinde  berdewem dike .

Li tevahî Tirkîyê de , rewşeke ne arama heye , mûxalefet  nemaye hemu bi zimanê hikûmetê diaxifin,  dewlet bi qunsepteke  berfereh  vê şerê dimeşîne  , hemu artêş , sazîyên ragahandinê û sîyasetmedarên wê bi zimanê şer di peyvin  û dixwazin doza Kurd tine bikin .

Recep tayîp Erdogan di hilbijatênên serokomartîyê yê  ku di sala 2019 de çêbibe, dixweze dengên baş bîne  û careke din bibe serok ji ber vê yekê hewleke mezin dide ji ber ev armancê wî pêk be.

Serhildanên  dawî yêku li Îran û li  Rojhilatê kurdistan ji bo maf û azadîyê mirov  çêbûne ,dewleta Tirkîye çi ji destan hat kir  ji bo ew pêl belav nebe.

Berxwedanîya Afrînê xala destnîşankirina pêşeroja Kurd e .

Şikandina berxedana Efrînê tê wateye şikandina îradeye gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê  .

Heger Afrîn bi serket ku ez jî di bawarîyêdeme ku ewê bi serkevê (buka Rojavayê Kurdistan Efrîna delal) , wê demê hemu Kurd bi ser dikevên û dibin xwedî gotin û biryar di  civaka nav dewletî de  .

Gava Kurd li  Kerkukê şikîyan xelkê herêma Kurdistanê  li  başur   zayîf ketin û bê morl man , ev yek bandora xwe li ser Rojavayê Kurdistan , Bakurê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê kir, yekser zimanê mitingerên Kurd  hat gûhartin û zixitin wan li ser gelê Kurd tundtirbu.

Îroj Kurdên Bakurê Kurdistanê dibin terora dewleta Tirk de jîyan dikin  û nikarin nefesê bigirin , dewleta Tirk û serokê wê bi êrîşkieina ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê meşruyetê xwe windakiriye , kuştin û qîrkirinê layîqê Kurdan dibîne .

Hilmeta dagirkerîya dewleta Tirk li ser herêma Efrînê pêwîste bê şikandin û xwedî li berxwedanê Efrînê derkevin , hemu Kurd divê êrîşa dewleta Tirk  şermezar bikin .

Piştgîrîya berxwedana Efrînê ewê derîyê Kurdan li hev veke, û tekoşîna azadîya xwe bimeşîne , divê  tenê Kurd   ji derdê hev fambike û tenê Kurd mûhtacê hev bê ,  eger em bûn yek dil û yek rêz  ti kesek nikare me  bike berdêl , ji ber  vê yekê  pêwîste  konsepta Kurd netewayî be, hemu partîyên sîyasî yên çar perçên Kurdistanê xwedî  helwestbin li hember dagirkirina Efrînê.    .