Parlamentera Kurd a Swêdê Ez bi Kurdbûna xwe pir serbilind im

Sara Seppälä: ”Ez SD:yî me û bi kurdbûna xwe serbilind im“ “Ez bi kurdbûna xwe pir serbilind im û hem ji ber ku ez kurd im û hem jî mesîhî me ez di nav Demokratên Swêdê, SD de bi awayekî çalak siyasetê dikim“. Ev gotinên parlamentera nû Sara Seppälä ne ku li ser navê Demokratên Swêdê hatiye hilbijartin û dikeve parlamenê de.

Parlamentera Kurd a Swêdê Ez bi Kurdbûna xwe pir serbilind im

Sara Seppälä: ”Ez SD:yî me û bi kurdbûna xwe serbilind im“

“Ez bi kurdbûna xwe pir serbilind im û hem ji ber ku ez kurd im û hem jî mesîhî me ez di nav Demokratên Swêdê, SD de bi awayekî çalak siyasetê dikim“.

Ev gotinên parlamentera nû Sara Seppälä ne ku li ser navê Demokratên Swêdê hatiye hilbijartin û dikeve parlamenê de.

Encama fermî ya hilbijartina Swêdê hêj nehatiye eşkere kirin lê tê dîtin ku herdu bendên sereke yên siyaseta Swêdê sorekesk û hevbenda burjûva gelekî nêzîkî hev in. Heçî Demokratên Swêdê ye zêdetir ji 60 kursiyan distîne.

Di nav van parlamenterên nû de heta niha pênc kurdan ciyê xwe garantî kirine. Ji Sosyaldemokratan Lawên Redar, Serkan Köse û Kadir Kasirga, ji Liberalan Gulan Avci û ji Demokratên Swêdê Sara Seppälä ne. Îmkana ku 1-2 navên din li van werine zêde kirin heye. Di rojên pêş de em ê hewl bidin van siyasetvanan bi we bidin nasandin û em bi kurda di nav SD de, bi Sara Seppälä dest pê bikin.

Bi hevdîtina me re yekser Seppälä dide zanîn ku ew kurdî nizane û loma bi swêdî xwe dide nasandin. Ew li Stockholmê çêbûye, lê niha li herêma Västernorrland li Kramforsê dimîne û li wir di branşa lênerînê de weke undersköterska kar dike. Yanî guh dide nexweşan, alîkariya wan dike.

Ji aliyê meyla siyasî ve ew eşkere dike ku wê tim dengê xwe daye Demokratên Swêdê. Di van çar salên dawî de ew herwiha bi awayekî çalak ketiye nav xebatan de. Bûye endama rêvebiriya Demokratên Swêdê û di rêvebiriya jinên partiyê de cî digre.

Seppälä ya niha 36 salî ku li Swêdê ji dayik bûye dibêje:

Bavê min kurdê Tirkiyê ye. Ew ji Anatoliya Navîn, ji Konya ye, lê koka me digihe Kobanî û Adiyemanê. Pîrika min, ango diya diya min danîmarkî ye û kalikê min ango bavê dayika min valonê belçîkî ye.

Wek tê dîtin Seppälä ji malbateke têkel tê. Ji aliyekî din ve ji ber ku aliyê dayika xwe ve ew mesîhî ye, xwe jî weke kurdeke mesîhî dide nasandin û dibêje ji ber ku bi baweriya min SD ji bo mafê kurdan û mesîhiyan têdikoşe ez di nav de me.

Sara Seppälä diyar dike ku di malbata wê de ew bûye şahida hin zewacên bêdil, sinetkirina zarokan, pirsgirêkên ku bi namûsê ve têne girêdan û dibêje ew ê di parlamenê de giraniyê bide van pirsan û ji bo van pirsan ew ê amade be bi siyasetvan û partiyên din re hevkariyê bike.

Demokratên Swêdê ku vêga bûye yek ji sê partiyên herî mezin weke partiyeke dijî siyaseta koçberiyê tê naskirin, bi nijadperestî û rasîsmê tê gunehbar kirin. Loma gelek kes wê bêjin ku siyasetvanek bi koka xwe biyanî ku ji bo SD dixebite zerarê dide xwe bi xwe, mîna ku xencerê li xwe bide. Lê Seppälä ne di wê baweriyê de ye.

Di malbata min de hin kes piştgiriya min dikin, lê gelek kes jî li dijî vî fikrê min in, min fam nakin.

Lê ez kurd im, di nav Demokratên Swêdê de me û yên wek min di nav partiyê de gelek in. Û bi min halê hazir partî ji rasismê, nijadperestiyê dûr e.

Me got Sara Seppälä ji malbateke têkel tê. Bav kurd e, dê nîv-danîmarkî, nîv-valonî ye, zilamê wê fînlendî ye. Ehlên wê hem misilman hem jî mesîhî ne. Yanî ji malbateke pirçandî, pirkulturî tê. Û gelek caran di xîtaba rêvebirên SD de mirov pêrgî dijayetiya multikultur tê.

Lê Seppälä dibêje li gor wê partî ji bo mafê kurd û mesîhiyan têdikoşe. Di partiyê de dijayetiyek li hemberî wê nîne.

Sara Seppälä diyar dike ku ew demeke kin bi bavê xwe yê kurd re jiyaye, carekê pê re serdana gundê wî li Konya jî kiriye. Lê piranî di nav malbata swêdî de maye û lewra zimanê kurdî nizane, lê îdia dike ew stranên kurdî dizane.

Em jî dibêjin eger tu dizanî, fermo îsbat bike û ew dest pê dike strana folklorî “cîranê” dibêje.

Hêjayî gotinê ye ku ev hevpeyvîn berya hilbijartinê li Almedalen bi Seppälä re hatibû kirin.